Zebîhullah Mucahîd'ê Berdevkê Emîrtîya Îslam'ê ya Efxanistan'ê ragihand ku, Mewlana Mucîbur Rahman'ê ku 'alimekî mezin ê welat bû di encama êrîşa di limêja Înê de şehîd bû.

Mucahîd xemgîniya xwe ya ji ber şehadeta Mucibur Rahman anî ziman û got ku kesên li pişt bûyerê ne wê bên cezakirin.

Rayedaran diyar kirin ku di encama teqînê de nêzî 20 kes jiyana xwe ji dest dan e, ji 20'an zêdetir kes jî birîndar bûne. (ÎLKHA)