Barana ku ev çend roj in li gelek herêmên Pakistanê berdewam dike her ku diçe tesîra xwe didomîne.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber baran û lehîyê li seranserê welêt heta niha 104 kes canê xwe ji dest dan, 32 hezar mal bi temametî û 44 hezar mal jî qismî xera bûn.

Li welêt xebatên tahlîye û xelaskirinê berdewam dikin.(ÎLKHA)