Qeza li taxa Saraykoyê ya navçeya Yerkoya Yozgatê pêk hat.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin otomobîla bi plaqeya 34 EAA 175 ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li bendên li ser pira Demîrcî qelibî.
Di encama qeza ya pêk hat de ajokar jî di nav de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Birîndar bi ambûlansa ku sewqî cihê qezayê hat kirin hat rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Yozgatê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)