Di felaketên lehiyê yên ji ber barana mûsonê ya ku di nîvê Hezîranê de li Pakistanê dest pê kiribû de zêdeyî hezar kesî jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 33 milyon kes jî ji ber van lehiyan mexdûr bûn.

Weqfa Êtîman'a ku li hemberî vê felaketê xemsar nema, bi pereyê alîkariyê ku ji xêrxwazan berhev kiribû xwarinên germ amade kir û gihand mexdûrên lehiyê.

Malbatên ku alîkarî wergirtin spasiyên xwe bi taybetî pêşkêşî jî merhûm Îdrîs Demîrbag'ê ku bexş kirîye, xêrxwazên din û Weqfa Êtîman kirin. (ÎLKHA)