Li Stenbol'ê ji teref ekîbên Midûrîyeta Şaxa Micadelekirina Sûcên Narkotîk li navçeya Bayrampaşa'yê li navnîşaneyekê operasyona tiryakê hat sazkirin. Di operasyonê de maddeyê tiryakê demenceyê bêrihsat, pir zêde pera hat bidestxistin û şikdarek hat girtin.

Di encama lêgerînê de 36 kîlo û 580 xram esrar, 2 demenceya bêrihsat, 43 gulle, terazîya hessas, 84 hezar û 150 lîreyê ku tê nirxandin ji firotina tiryakê hatiye qezenckirin, 200 dolar û 4 hezar û 750 euro yê neqd hat bidestxistin.

Şikdarê ku hatibû girtin, ji teref meqamên 'edlî ve ji sûcê "Firotina Maddeyên Tiryakê" hat girtin û hat şandin girtîgehê. (ÎLKHA)