Dayika 3 zarokan Sevda Çaglar a li Taxa Kaynartepe ya navçeya navend Baxlarê dijî, zarokên xwe di nav xizaniyê de di maleke ku nayê bikaranîn û bê ceyran de mezin dike.
Karwana Hêvîyê ya ku Çaglar dayîka ku ji mêrê xwe berdaye û hewl dide bi derfetên xwe debara xwe bike û di rojnameyên herêmî yên Dîyarbekirê de bûbû mesele, bi xizaniyê re micadeleya Çaglar dît û bi malbatê re têkilî danî û li mala wan ziyaret kir.
Kerwana Hêvî ya ku li derd û kulên malbatê guhdarî kir û malzemeyên bingehîn ên ku di malê de hewce dike destnîşan kir, diyar kir ku ji bo metirsiyan ji holê rakin dê bi xêrxwazan re dest bi xebatê bikin. (ÎLKHA)