Îgor Konaşenkovê Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rusyayê derheqê meseleyê de daxuyanîyek belav kir. Konaşenkov, di daxuyanîya xwe de weha got, “Di nav 24 seatên dawîn de li herêmên Zaporîjya û Donetska Ukraynayê du balafirên herbê ya ji tîpa "Su-25"ê ya aîdê Hêzên Hewayê ya Ukraynayê hatin xistin.”

Konaşenkov, îddîa kir ku di encama êrîşa ku bi çekên hessas li herêma Herson û navenda bireveberîya hewaya “Vostok”ê ya li herêma Dnîprîoya Ukraynayê hat kirin de 70 leşker û 14 erebeyên taybet yên leşkerîyê hatin îmhekirin.

Konaşenkov, di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ku li herêma Donetskê ji 30yî zêdetir Ukraynayî hatin kuştin û ji 50 zêdetir leşker jî birîndar bûn. (ÎLKHA)