Qeza li navçeya Înegola Bûrsayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa geştyaran ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê gindirî newalê. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin û 45 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)