Xwediyên kerîyê pezan pêvajoya qusandinê di meha Hezîranê didin destpêkirin û bi giştî di mehên Tîrmeh û Tebaxê de didomînin.
Hirîyên ku di salên berê de dihat berhevkirin û firotin di çêkirina berhemên wek xalîçe, kelpîç, balîf û çente de dihat bikaranîn, niha ji ber ku kiryar tune ye tê avêtin çopê.
Xwediyê dermaleyên gundê Şêrwêrana Agiri'yê ji bo ku pez bi selametî mezin bibin, dema qusandinê diparêzin û bi vî awayî semereya heywanan zêde dikin.
Se'îd Adiguzel'ê ku xwedîyê heyvanan e di heqê vê pêvajoyê de daxuyaniyek da û werê axivî, "Di demsalên zivistanê de eger hirîyê mîh tune be wê biqefile û wê bimire, di demsala havînê de jî eger em hirîyên wan nequsînin wê ji ber germa bi nexweşîya zerikê bikevin. Em him ji bo mîh rehettir bibe û him jî geşedana xwe baştir bike bi mekîneya qusandinê mîhan diqusînin. Berî ku ev çiwalên aniha derkevin dayikên me bi van hirîyan çiwal û xalîçe yan çêdikirin."
Ferzende Duzluk'ê ku kesekî din a heywanan xwedî dike got ku ew neçar in ku bi tonan hiriya ku qusandine bavêjin.
Duzluk di gotinên xwe de van îfadeyan bikar anî:
Em 6 mehan, carinan jî salekî mîh xwedî dikin. A niha di destê gundîyan de tune be 20 ton hirî heye. Ev hirî giştik diçe çopê. Berê ne werê bû, herkes radihişt û bi kar dianî, xalî çêdikir. Lê niha kes bikar nayîne. Em dixwazin ku dewlet ji bo vê karî hin gavan bavêje, xebatek bide destpêkirin û vê hirîyê bikar bîne. Ev hirîyên ku di destê me de ye bi febrîqeyekî ku li heremê bê avakirin de bên bikaranîn wê pir baş be.
Xatun Duzluk jî di dawîya gotina xwe de werê got, "Xweyîkirina heywanan hebekî zehmet e. Em bi bûk û nevîyên xwe giya û ka hazir dikin. Em piştî ku şîrê mîhan didotin dixin mekîneyê, ji wir jî şîr û rûn bi dest dixin. Lê bihayeke li gor dilê xwe nikarin bifiroşin." (ÎLKHA)