Qerara berdana kar yên çopvanan ku heta 30yê Tebaxê ew ê bidome, di kuçeyan de bû sedema kombûna çopan.
Grêva çopvanan ya li paytextê di roja 9emîn de berdewam dike, tê dîtin ku bîdonên çopê yên li navenda bajêr tije bûn û ji metreyekî zêdetir jî bilind bûne.
Xelqê herêmê, gotin ku ew ji dagirîyên mişkan û tenduristîyê endîşe dikin, bang kirin ku bila bi lez bû bez tedbîr bên girtin.
Mizakereyên ku di navbera sendîqa û Cosla ya ku girêdayê bireveberîya mehellîyê ye didome, lê heta niha tu encamek derneket. (ÎLKHA)