Rayedaran ragihandin ku, lehî tesîrî 30 mîlyon kesan kiriye û piranîya wan ji cihê xwe bûn e.

Li gelemperîya welat 670 hezar û 328 xanî zirar dîtine, 145 pîl hilweşîya. Her wiha lehî 3 hezar û 82 kîlometre rêbej zirarê dîtîye.

Hat diyarkirin ku ji Pakîstan'a zirar dîtîyê re ew ê Bankaya Dinyayê 350 mîlyon, Bernameya Xidayê ya Dinyayê 110 mîlyon, Bankaya Pêşketina Asyayê 20 mîlyon û Ingiltere jî 40 mîlyon dolar alîkarî bişînin. (ÎLKHA)