Piştî teqîna ku di xeta borîya neftê ya ku aîdê şîrketa Pemexa neftê ya Dewletê ye de pêk hatibû şewat derket. Di encama teqînê de 2 xanî bi temamî xira bûn, di xanîyek de jî xesar pêk hat û erebeyek jî şewitî.

Hat diyarkirin ku ji tesîra teqînê hejîneke mezin çêbû.

Di encama bûyerê de mirî an jî birîndar tunene, xelqê herêmê jî ji ber ewlehîyê hatin tehlîyekirin. (ÎLKHA)