Qeza li ser rêya Diyarbekir-Çinar'ê di se'et 11.30'an de pêk hat.

Li gor agahiyên ku hat bidestxistin, tankera ku bi plakaya 73 SR 867 bû dema ji Çinar'ê diçû Diyarbekir'ê ji ber ku ajoker kontrola direksîyonê winda kir qulipî.

Di encama qulipînê de tanka tankerê qul bû û tê de çiziran çê bû.

Zîfta ku ji tankerê çizirîbû qeraxa rê reş kir.

Ji bo ku zîft negihîje cihê çandinîyê xebat hat destpêkirin. (ÎLKHA)