Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûsa ku di bin kontrola A.E. de bû û ji Entelyayê diçû Stenbolê, li alîyê Cankurtarana li ser rêya Entelya-Denîzlîyê ye, ji ber rêya ku ji ber baranê şimitokî bûye hakimîyeta dîreksîyonê winda kir û qelibî.

Li ser xeberdayîna mirovan ji cihê qezayê de ekînên 112yê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de ji 34 rêwîyan 28ê wan birîndar bûn. Kesên birîndar piştî midexeleya ‘ewil bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Şofêrê otobûsê A.E. jî ji bona ku bê pirsyarkirin hat birin qereqolê û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)