Îsa Îşlî'yê 17 salî ku li nêzî Gundê Gellegoç'ê ya girêdayî navçeya Serê Kanî'yê ye pezên xwe diçêrand, dema ku ji cem qenala avê derbas dibû ahenga xwe winda kir û ket nav qenalê.

Li ser xeberdayîna kesên li derûdorê ekîbên tendirustî, cenderme û binavgerîyê hatin sewqkirin ji cihê bûyerê re. Ekîbên cenderme û binavgerê li qenala ku li meheleyê bû xebata lêgerînê dan destpêkirin.

Di encama lêgerînê de cesedê bêcan ê şivan hat dîtin. Cesedê şivan ji bo otopsîyê hat birin Navenda Tipa 'Edlî ya Riha'yê. (ÎLKHA)