Mesele, li navçeya Kulayê pêk hat.

Şera ku di dawetê de sedema wê hêj nayê zanîn derket di demeke kurt de vegerîya pevçûnê.

Di pevçûna ku bi kevir, dar û tiştên tûj ve hatibû kirin de 2 jê giran 11 kes birîndar bûn.

Kesên birîndar ji teref ekîbên tenduristîyê ve hatin rakirin Nexweşxaneya Dewleta Kulayê.

10 kesên eleqeya wan bi bûyerê ve hebûne jî hatin binçavkirin. (ÎLKHA)