Di hişyariya ku ji teref Navenda Koordînasyona Afetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (AKOM) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li gelemperîya bajêr heta se'etên êvarê baranên zêde û li hin cihan jî zîpik tê hêvîkirin.

Di daxuyaniya ku li ser hesabê Twîtterê yê ÎBB'yê hat parvekirin de wiha hat gotin: "Li gorî daneyên AKOM'ê, li gelemperîya bajêr dem bi dem tevî teyrok û birûskê û zîpik jî ji se'etên nîvro heta nîvê şevê wê dewam bike. Di rewşên nebaş de ji kerema xwe serî li Navenda Çareseriyê ya ALO153'ê bidin." (ÎLKHA)