Ajansa Birêvebirîya Afetan a Netewî (NDMA) diyarkir ku ji lehîyên ku ji ber baranên zêde pêk hat 1,8 mîlyon kes jê tesîrdar bûn û 777 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li welat ji ber baranên mûson'ê li çoltera herêmên Belûcistan, Pencap û Sîndh'ê wargehên alîkarî û midaxeleya tibbî hat sazkirin.

Di wargehan de heta niha 317 hezar û 678 kes disitirin.

Hat diyarkirin ku ji xeynî pirên hilweşîyane û rêyên di bin avê de mane ji zêdetirê 60 hezar xanî jî xisar dîtine. (ÎLKHA)