Qeza li cihê Gundê Kayabaşi'yê di rêbeja Amasya-Çorum'ê de pêk hat.

Minibûsa ku karkeran vediguhast û otomobîla ku ji hember dihat li hev qelibîn.

Di qezayê de 3 jê zarok 20 kes birîndar bûn.

Birîndaran ji teref ekîbên tendirustiyê ve hatin birin nexweşxaneyên derûdorê û hat ragihandin ku talûkeya jiyanî ya birîndaran tune ye. (ÎLKHA)