Di daxuyaniya ku ji teref Walîtîya Çewlig'ê ve hat belavkirin de werê hat gotin, "Ji teref Fermandarîya Cendermeya Çewlîg'ê, di çarçoveya xebatên saloqatî ya ber lê girtina fînansmana terorê de, di operasyona ku di nava 5 'erda ku li çoltera navçeya Dara Hanê de hat kirin de 92 hezar û 630 kok şênkatîya kenevîrê, 35 kîlo û 600 xram esrara toz, 41 hezar û 800 tûxmê kenevîrê û 3 hezar û 230 metre xortûma avê hat bidestxistin." (ÎLKHA)