Di daxuyaniya ku ji teref MEY'ê ve hat belavkirin de bal hat kişandin ku ev qerar bi berjewendîyên hevpar a her du welat û herêmê ve ahengdar e.
Rejîma Siûd'ê di salên 2016'an de 'alimê Îslam'ê Nîmr el-Nîmr'î înfaz kiribû. Ji ber înfazê xwepêşanderên Îranî êrîşî li balyozxaneya Siûd'ê ya li Tehran'ê kiribûn û li ser vê Rejîma Siûd'ê, Behreyn, Kuwêt û Sûdan ji Tehran'ê munasebetên xwe yên dîplomatîk dawî kiribûn. MEY jî munasebetên xwe daxistibû asta maslahatguzarî yê. (ÎLKHA)