Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qemyoneke ku di bin kontrola S.S de bû û kewara mêşan barkirîbû li herêma Donayê ya li ser rêya Entalya Fethîye li navçeya Seydîkemerê li erebeyeke ku hêj şofêrê wê nehatîye tespîtkirin qelibî.
Di encama qezayê de 4 kesên ku di nav erebeyê de bûn canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin kesên birîndar piştî midexeleya ‘ewil ya li cihê bûyerê hatin rakirin nexweşxaneya Fethîyeyê.
Kewara mêşan ên ku di rê de belav bûn ji teref mêşvanên ku ji cihê bûyerê re hatin bangkirin ve hatin komkirin. (ÎLKHA)