Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya mehellî hatine bidestxistin li herêma Şuca Abada ku girêdayê navçeya Baxa Keşmîrê ye erebeyeke ku leşkerên Pakistanê tê de bûn ji rê derket û li şerempolê gêr bû. Di encama qezayê de li gorî dîyarîyên ‘ewil 9 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û leşkerên birîndar jî bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan. (ÎLKHA)