Ji van 16 kesên ku doh di qezayê de rehmet kirin tevde 7 kes îro ji teref nas û hezkirîyên xwe ve hatin definkirin.

Navên 7 kesên ku îro hatin definkirin wisa ye: Mehmet Bozkurt(59), Mehmet Polat (57), Ahmet Polat (29), Halil Özden, Abdullah Kütük ve Tuba Uzdilli û Hacı Mehmet Özsoy.

Alîkarê Wezîrê Tenduristîyê Doç. Dr. Tolga Tolunay, Walîyê Entabê Dawûd Gul, Serdozgerê Entabê Îsmaîl Karataş, Serokê HUDA PARê yê Entabê Faruq Goçer û gelek rayedar beşdarî merasîma definkirinê bûn.(ÎLKHA)