Îkrîme Sebrî, daxuyaniyekê ji ber salvegera 53'yemîn a şewata ku di 21'ê Tebaxê 1969'an li Mescîd-a Eqsa de hatibû derxistin û pir xerakirin çêkiribû da.

Sebrî dîyar kir ku şewat bi êrîşên îşxalkeran, standina bi zorê yên xeyrî menqûlên Qudsîyan, xespkirina 'erdan, bi xebatên cihûkirinê, êsîrkirin yan jî mişextkirina însanan, bi bacê giran, bi polîtîkayên tesfiyekirina nijadperestî dewam dike.

Sebrî bal kişand ku, xwedî derketina, parastina, piştgirîya Quds û Mescîda Eqsa'yê erkê giştik Misilmanan e. Sebrî gotina xwe wuha domand, "Azadkirin û standina heqqên xespkirî ya Eqsa'yê tenê bi cîhad û xebata di rêya Xweda de mimkin e. Ev bawerî û îman e. Ew pêkanîna hikmê afirînera mezin a ku îkrama wî pir e."

Sebrî dîqetê kişand ku, sepanên û êrîşên tehîdtkar ên rejîma îşxalker a li ser Mescîd-a Eqsa yê her diçe zêdetir dibe. (ÎLKHA)