Qeza doh di danê êvarî de li Taxa Bahçelîevlera Dêrika Mêrdînê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tira ku frêna wê teqîya du wesayîtan da ber xwe û dûre teqle avêt. Kesên ku bûn şahidê bûyerê xwestin biçin hawara kesên ku di qezayê de birîndar bûne ku hema di wê kêlîyê de tireke din a ku ji kontrolê derket da nav qelebalixa ku kom bûbû.

Di encama qezayê de ku li navçeya Dêrika Mêrdînê pêk hat de heta niha 20 kesan canê xwe ji dest dan û 8 jê giran 26 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)