Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin otobûseke rêwîyan ya ku aîdê Pamukkale Turîzmê ye, ji ber ku şofêrê otobûsê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li ser rêya Entelya-Afyonê li şerempolê qelibî.

Di encama qezayê de kesek canê xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar, bi ambûlansan hatin rakirin nexwaneyên li Afyonê. (ÎLKHA)