Di daxuyanîya ku ji Wezareta Edaleta Fasê ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin ku, ji bo minasebeta “Îxtîlala Xelq û Qralê” di çarçoveya efûya Qralîyetê de 433 mehkûm û 109 girtî hatin efûkirin.

Li gorî maddeya 58emîn a Makeqanûna Fasê, ji bona mehkûman qerara efûyê tê derxistin.

Muhammedê Qralê Fasê, di rojên mûhîm û ‘îdan de desthilatîya efûyê dixebitîne. (ÎLKHA)