Mewlût Çavuşoglîyê Wezîrê Karên Derve, daxuyand ku ew ji Tel Avîvê re di çarçoveya derxistina qerara ji nû ve minasebetên dîplomatîk ya Tirkîye û rejîma îşxalker de qerar dan ku sefîr bê tayînkirin.

Rayedarên hikumetê ên ku di her firsetê de destnîşan dikin ku ew li alîyê Filistînê ne, Mewlût Çavuşoglîyê Wezîrê Karên Derve piştî qerara tayînkirina sefîrê daxuyanîyek belav kiribû û weha gotibû, “Em ê parastina heqên Filistîn, Quds û Xezzeyê berdewam bikin û di vê meseleyê de peyamên xwe raste rast teqdîmkirina ji Tel Avîvê re ya di dereceya sefîrtîyê de muhîm e.”

Alim û sîyasetvanan derheqê ev meseleya ku Emrîqayê kêfweş dike û Misilmanan gelek diqehirîne de axivîn û destnîşan kirin hê hêvîya wan yê ji qutkirina hemû minasebetan hebû lê di vê pêvajoya hêvîyê de dîtin ku qerarek ewakî hat dayîn, îfade kirin ku gava paşve avêtina bi lez û bez ew ê di cihê xwe de be.

MEHMET EŞÎN

“Hebûna hêvîya ji qutbûna hemû minasebetên bi sîyonîstan re hebû, avêtina gava ewakî bi Tirkîyeyê neket”

Mehmet Eşînê Alîkarê Serokê Giştî Mesulê ji Karên Derve yê HUDA PARê bal kişand ku rejîma îşxalker a sîyonîst ne dewletek e, ew rejîmeke çeteyan e, ew rêkxistineke teror e, “Niha rejîma îşxalker, bi qetilkirina xelqê Filistînê, kirina nîjadkujîyê, îşxalkirina ‘erdên wan xwe bi dewletî îlan kirîye. Ev rejîma çete, wek rejîmeke dewlet yê birêz bila neyê dîtin. Hêvîya xelqê Tirkîye, an jî hêvîya ummetê, ev e ku Tirkîye li alîyê de’wa Qudsê be, hemû minasebetên xwe yên bi rejîma îşxalker re dawî bike ye lê ev gava ku Tirkîye digel temamê ev hêvîyan avêtîye bi wî neketîye. Hele hele di dema niha ku êrîşên li Xezzeyê berdewam dike de, avêtina gavekî ewakî ya Tirkîye ku her roj ji teref sîyonîstên fanatîk ve êrîş li Mescîdî Eqsayê tê kirin û çalakîyên îşxalkirinê didome nayê qebûlkirin.”

“Tu menfeatek ji de’wa Qudsê ne muhîmtir e! Gerek ji ev qerarê were poşmanbûn û li alîyê de’wa Qudsê bê sekinandin”

Eşîn di berdewama axavtina xwe de weha got, “Tirkîye, çiqas jî gavekî wî yê ewakî ya bi dewletî hebe jî xelqê Tirkîyeyê ew ê rejîma îşxalker meşru nebîne. Ew ê ummeta Îslamê jî vê rêkxistinê meşru nebîne. Obala ev gavê him di dinyayê de him jî di axiretê de heye. Tu sozek, tu menfeatek û tu menfeateke neteweyî ji de’wa Qudsê mezintir û muhîmtir nîne. Rejîma îşxalker a sîyonîst bi tenê ji Filistînê re na him ji Tirkîye û him jî ji erdnigarîya me re pirsgirêka ewlehîyê ye. Ji ber vê yekê ev rejîma îşxalker heta ku li wê derê be çi Stenbol çi Şam çi Qahîre çi Dîyarbekir û çi jî Bexda ew ê erdnigarîya Îslamê rehetîyê nebîne û neghêje aramîyê. Ji bona ku ev pirsgirêk û ev îşxal bê sekinandin lazim e ku ev rejîm dawî bibe. Hêvîya me ya ji Tirkîyeyê, hêvîya me ya ji hikumetê ev e ku bila ji vê gava xelat bê vegerandin, li alîyê de’wa Qudsê bê sekinandin û sekinandina li hember rejîma îşxalker e.”

SUAT YAŞASIN

“Ji sîyonîstan feyde nayê! Li ku derê ji zirarê bê vegerandin, ew qezenc e.”

Suat Yaşasinê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê qerarê bi tenê bi kelîmeya ‘heyf!’ nirxand û weha got, “Ev Hikûmet, bi taybetî jî birêz Erdogan, li hember Mislimanên ku êş û azarê dikişînin, bi taybetî jî Filistîn, helwesteke pir erênî nîşan da. Bi taybetî ku Tirkiye deriyên xwe di pêla penaberiyê ya ku piştî Bihara Ereban dest pê kir vekir ku di sala 2010'an de dest pê kir. Her çiqas tiştekî din nekiribe jî xwedîderketina li bindestan wateyek cidî bû. Di vî warî de me hemûyan dît ku hem em wek misilmanên Tirkîye û hem jî wek misilmanên biyanî dema ku guncan be spasiyên xwe tînin ziman. Di vî warî de wan rast kir. Lê ew dibêjin ku wan di van çend salên dawî de hin însiyatîf kirine, belkî bi hinceta berfirehkirina têkiliyên aborî û hinek tengbûna siyasî. Heya nuqteyek diyarkirî, ev dikare were gotin êwalleh, bi şertê ku em tawîzê nedin berdewamiyên xwe. Lê belê diviyabû ku rejîma sîyonîst qet neketa vê lîsteyê. Bi rastî, ev gav dikare wekî 'xerakirina kîsekî hêjîran' were îfade kirin. Ev helwêsta dawî ya Erdogan ku bi temamî di bin kontrola Îsraîl de ye, wek Îmaratên Erebî, Rejîma Siûdî û dîktatoriya niha ya Misrê, wê şaş be. Em xeletiyek ewakî nakin. Lê eger ew ji Îsraîlê hêvîya xêrê bike, 'ew ê bibe rehetiyek aborî û siyasî. Ev xalek mecbûrî ye ku bi welatên din re têkilî danîn. Ger bi gotina 'Em ê ji vê yekê xilas bibin' hêvî tê kirin, bila bê zanîn ku tu xêr ji sîyonîstan nayê. Eger bê jî, xerabiya wî ji xêra wî zêdetir be. Qazla  tenê bi zanebûn hereket bikirana. Dê çêtir bûya ku helwesta xwe bidomanda. Di her rewşê de, bêyî ku zêde dûr bikevin, divê zû dev ji vê pêngavê berdin û bi prensîba ‘li ku derê ji zirarê bê vegerandin, ew qezenc e’ ji vê gavê paşve werin îcap dike. Van gavan bidin sekinandin, hûn ê bibînin ku ev kesên ku ji ber pirsgirêkên aborî û siyasî dikişînin, bêtir bersivek erênî bidin. Hûn difikirin ku hûn ji ber tengahiyên darayî vê yekê dikin. Bizanin ku tu xelqek tune ye ku hêvî dike ku ji xêra aborî ya ku dê ji wir were. Ger hûn derbixin, her kes amade ye ku birçîbûn û zehmetiyê bi hev re bikişîne." (ÎLKHA)