Xelqê Xezzeyê ji sedî 10'ên wan îdareyên xwe bi masîvantîyê bi kar tînin. Ev şixula bi masîvantîyê ji bona wan gelek muhîm û baştir e. Lê îşxalkeran dem bi dem kelekên masîvanan dorpêç dikin û nahêlin ji xwe re bixebitin, bi çekên giran û bi bombeyên xazan êrîş jî li wan dikin. Di encama wan êrîşan de wan masîvanan jî an tên êsîrgirtin an jî tên birîndarkirin û dest jî li ser masîyên wan tê dayîn.

Li gor agahiyên hat bidestxistin sîyonîstên îşxalker li Rafah'a wilayeta Xezze'yê civîyan, li herêmê bi çekên otomatîk û bombeyên xazan êrîş li masîvanên Filistînî kirin.

Êrîşên sîyonîstên îşxalker li bakûra û başûra Xezzeyê jî sînora Rafah'ê êrîş zêde dibin. Sîyonîstên îşxalker ji serê salê vir ve li nêzîkî Xezze'yê nezî 50 masîvanan êsîr girtin û 15 masîvanan jî birîndar kirin. (ÎLKHA)