Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin qeza li ser rêya Plateau-Bauchîyê pêk hat, lê sedema qezayê hêj nayê zanîn û qemyonek û 6 erebe li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 10 kes canê xwe ji dest dan, 15 kes jî birîndar bûn.

Hat hînbûn ku rewşa hinek birîndaran giran e û ji ber zêdebûna hejmarê mirîyan endîşe tê kirin. (ÎLKHA)