Di daxuyaniya nivîskî ya Wezîrtîya Ragihandina Serokkomariyê hat diyarkirin ku, “Serokkomarê me Birêz Recep Tayîp Erdogan, li ser dawetkirina Serokê Dewlet a Ûkrayna’yê Volodîmîr Zelenskîy, di tarîxa 18’ê Tebaxa 2022’an de ji bo zîyareta xebatî ya bi rojkî wê here Lvîv'ê.

Di hevdîtinên Serokomarê me yên bi hevmeqamê xwe yê Ukrayna'yê re wê hemû aliyên têkiliyên Tirkiye û Ûkrayna'yê yên di asta hevkariya stratejîk de bên nirxandin.

Her wiha di dema zîyaretê de tê raberkirin ku bi beşdarîya Serokê Dewlet a Ûkrayna’yê Volodîmîr Zelenskîy û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Birêz Antonîo Guterres re hevdîtinek sê alî wê bê kirin, wê di hevdîtinê de li ser mijarên ji bo zêde bûna fealiyetên mekanîzmaya îxraç kirina zadên Ûkrayna'yê dewamkirin di pazarên dinyê de û gavên ku ji bo dawîbûna şerê Ûkrayna-Rûsya'yê bi rêyên dîplomatîk dikarin bên avêtin bên sekinandin. (ÎLKHA)