Ûmît Ozdaxê Serokê Partîya Zeferê ku sala borîn hatibû damezirandin û ji wê dîrokê heta niha polîtîqayên xwe yên nîjadî yên derheqê Sûrîyeyîyan de tê rojevê, her roj bi sosretekî navê xwe dibihisîne, heqaret li hinek kesan dike û dîke kirinê jî didomîne.

“Heqareta ku ji şexsîyetekî yê ku nîşana dînê ye re tê kirin nayê qebûlkirin”

Yuksel di axavtina xwe de weha got, “Ew herhal bi hereket û gotinên xwe yên nîjadî, dijwar, marjînal û berberî kirinê dixwaze ku prîman kom bike. Di nav rewşeke wisa de ye ku ew ê komekî bide pişta xwe feqet bi vê şeklê bi hereketên xwe yên ewakî, heqeretên giran, hedefgirtina şehsîyetekî dînî û Şêxekî Nekşîbendî bi beheneya meseleya ku sala 1925an de hatîye pêk hatin û ew şexsîyet jî hatîye daleqandin meseleyeke ku nayê qebûlkirin e. Ev helwesta nijadperest a li hemberî penaberan, helwêsteke tund a tirkperestî û helwesteke li ser bingeha dij-erebperestiyê li hemberî wan, ji bo rêveberekî partiyeke siyasî rewşeke nayê qebûlkirin e. Bi rastî serokekî partîya sîyasîyê, gerek hurmetê bide kesên cuda û komên cuda lê em di Ûmît Ozdaxê de ev hereketê nabînin.”

“Çi di kataloxê de û çi jî di arşîva Osmanî de min tu agahîyek derheqê kalikên wî de bidestnexist”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de weha got, “Daîma dayîna pêşve yê kalê xwe tiştekî eceyîb e. dema ku min lêgerînekî derheqê kalê wî de ku li ser agahîyên ku ew belav kirîye de kir, ez rastê yekî siwarî Serpel Mîkaîl Beg nehatim. Min çi di kataloxê de û çi jî di arşîva Osmanî de tu agahîyeke bi navê ewakî nedît. Ger ku di sala 1925an de serpel be gerek di dema Osmanîyê de jî wezîfeyekî wî yê leşkerîyê hebûna lê dema ku min lê nihêrt tu belgeyeke nedît. Eger ku di arşîvên leşkerîyê an jî arşîvên serpiştîya giştî ya leşkerî de hebe ez wî nizanim. Eger ku hebe ew ê bibêje. Encax hereketeke ewakî bi êrîşdar nayê qebûlkirin.”

“Malbatake ku bi polîtîqayên Tirkperestî tênê naskirin in”

Yuksel di berdewama axavtina xwe de bal kişand ku heqaret kirin, kêm xistin û heqaret li kesên ku ji ber bûyerên ku di dema yek-partiyê de di bin şert û mercên awarte de qewimîne re nayê qebûlkirin û weha got, “Wê demê di dadgehên îstîklalê de darizandineke ‘edil çawa hebû? Pêşî lazim e ku em ev tiştê pirsyar bikin. Bi rastî jî ew malbatekî wisa ne ku di berê de bi polîtîqayên tikperestî tênê naskirin in. Bavê wî efserekî ku beşdarî îxtîlala 1960an de hatibû kirin bûye ye. Dûre jî di sefîrtîya Tokyoyê de di wezîfeya şêwirmendîyê de hatîye wezîfedarkirin û dû re jî hatîye welat. Dûre jî bû mebûsê Efyonê. Tê dîtin ku bi hikumeta Partîya Edaletê ya ku mewcûd re ye pevçûnê dike. Rewşekî ku mirov ji ber bavê wî an jî ji ber bavê kesekî kurê wî sucdar bikin nabe lê wek vîya yê ku xwedî zimanê tuj, ajotina polîtîqaya hişk û gotinên wî yên berpê şexsîyetên nîşanê dînî nayê qebûlkirin.”

"Nayê qebûlkirin ku partiyek li ser penaberan ava bibe"

Yuksel di dawîya axavtina xwe de weha got, “Êrîş li Sûrîyeyîyan dibe. Ew ji van tiştan jî mesul dibe. Ji xwe van însanan ji herbê revîyane. Tu dibêjî ku bila van însanan herbê bikin lê ew li welatên xwe li hemberê kê herbê bikin. Çîmkî li wê derê alîgirên ku herbê dikin ne eşkere ne. Li wê derê kaosekî ku kê li alîyê kê ye ne eşkereye heye. Di vê hola kaosê de xwe parastine Tirkîyeyê. Şexsekî wan yê dinê nemaye. Dibe ku wan însanên bêçare rabûna bi çekê a li Sûrîyeyê jî dest pê nekiribin. Kesên ku çek negirtine hatine li vê derê. Nayê qebûlkirin ku partiyek êrîşî kesên destên wan di xwînê de nînin û li ser siyaseta li dijî wan esas bigire.” (ÎLKHA)