Berdevkê Netewên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarrîc diyarkir ku, Serokkomar Recep Tayîp Erdogan, Serokê Dewleta Ûkrayna'yê Vladîmîr Zelenskî û Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres 18'ê Tebaxê de li Lvîv'a bajarê Ûkrayna'yê wê bicivin.

Tê hevîkirin ku piştî civîna asta bilind a sê alî ya li Lvîv'ê di 19'ê Tebaxê de Guterres wê bendera Odessa'yê ya ku zada Ûkrayna'yê ji wir dihat îxraçkirin zîyaret bike.

Hat ragihandin ku di 20'ê Tebaxê de Guterres wê Navenda Koordînasyona Hevpar a ku tê de rayedarên NY, Tirkiye, Ûkrayna û Rûs ên ku dixebitin û kontrolkirina zad û zibilên ku Ûkrayna ji Karadenîz'ê îxrac dike zîyaret bike.

Serokkomar Erdogan piştî 24'ê Sibatê ku şerê Rûsya û Ûkrayna dest pê kiribû cara 'ewil wê zîyaret li Ûkrayna'yê bike. (ÎLKHA)