Ajansa nûçeyê ya Rûsî TASS, îddî'a kiribû ku Tirkiye û Rûsya ji bo desteya duyem a S-400'an peymanek nû îmze kirine.

Serokatiya Pîşesaziya Parezvaniyê di heqê mijarê de daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de wusa hat gotin, "Geşedanek nû tune ye. Pêvajo li gorî peymana 'ewil berdewam e."

Di navbeyna du dewletan de di salên 2020'an de di heqê S-400'ê sîstemên parezvanîyê ya asîmanî de peymana 'ewil hatibû îmzekirin. (ÎLKHA)