Di daxuyanîya Wezareta Parastina Rusyayê de weha hat gotin, “Depoya leşkerî ya ku li nêzê Cankoyê ye, di encama sabotajê zirarê dît. Di bûyerê de, binesazîya sîvîl, santrala ceryanê, rêyên demir û xanîyên ku sîvîl tê de dijîn zirarê dîtin.”

Di berdewama daxuyanîyê  de hat destnîşankirin ku ew encamên sabojatê ji bona ku ji holê rakin xebatan dikin.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de 2 sîvîl jî birîndar bûn. (ÎLKHA)