Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Koalîsyona bi pêşengiya Emrîqayêyê ve hat dayîn de hat îddîakirin ku hêzên koalîsyonê û yek ji hêzên çekdar ên herêmê Magavir es-Sevra ji balafirên bê însan re bersiv dane û hinek ji wan jî bêbandor kirine.

Ev balafirên bê însan yên ku êrîşê kirine aîdî kê ye û li ku rabûye ti agahî nehatin bidestxistin, hat diyarkirin ku di êrîşê de ziyanên canî û madî çênebûne.

Hêj tu  kes xwedî li êrîşê derneket.

Hat îfadekirin tehqîqata ku derheqê êrîşê hat destpêkirin berdewam dike.

Baregeha ku tê qalkirin, di navbera sînora Sûrîyeyê ya Iraq û Urdinê de ye. (ÎLKHA)