Li Ermenistanê hejmarê mirîyên ku di encama teqîna depoya agirbazîyekî de miribûn zêde dibe.

Wezareta Serwîsa Acîl ya Ermenistanê yê ku derheqê teqînê de daxuyanîyek belav kir destnîşan kir ku, di encama teqînê de hejmarê mirîyan derket 3 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 60 kesan.

Hat destnîşankirin 15 kesên ku di nexweşxaneyê de tedawî didîtin ji nexweşxaneyê hatin tehlîyekirin, rewşa hinek birîndaran jî giran e.

Derheqê sedema teqînê tu agahîyek hêj nehatîye bidestxistin û derheqê bûyerê de jî tehqîqatek hat destpêkirin. (ÎLKHA)