Li gorî xebera ajansa fermî ya Surîyeyê (SANA), êrîş di seat 20.50yan de hat kirin.

Hat destnîşankirin ku di êrîşê de hinek cihên aîdê hêzên rejîma Sûrîye a li derdorê Tartusê hatin hedefgirtin.

Di xeberê de hat îddîakirin ku ji artêşa rejîma Sûrîyeyê 3 leşker mirin, hinek leşker jî birîndar bûn.

Rejîma îşxalker a sîyonîst, ji sala 2011an ku dîroka destpêka herba nav welatê ye heta niha li Sûrîyeyê hinek cihên leşkerî hedef digre. (ÎLKHA)