Li navenda Dîyarbekirê û li navçeyên Farqîn, Çinar, Bismil û Erxenîyê ji bona 65 kesan bên qefaltin operasyoneke hevdemî hat lidarxistin û 45 kesên şikdar jî hatin binçavkirin.

Di encama lêgerînan de; 2 demençe, gelek gule, gelek weşanên ku derheqê wan de qerara komkirinê hene û dokimanên rêkxistinî hatin bidestxistin.

Hat destnîşankirin ku ji qefaltina 23 şidaran jî xebat berdewam dike. (ÎLKHA)