Qeza, di Meheleya Çoşnuka girêdayî navçeya Battalgazî'yê se'et dor 12.30'an de pêk hat. Li gor agahiyên hat bidestxistin, qamyona bi plakaya 35 AU 1712 ku betona gaz têde bû û di bin kontrola G.Y. de bû dema ku ji kolana Venk'ê derbas dibû ji kontrolê derket û qulipî. Betonên ku di nava qamyona qulipî de bû hemû rijîyan 'erdê, şifêr bêbirîn ji qezayê filitî.

Li ser xeberdayînê ekîbên polîs û îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê, derheqê qezayê de tehqîqet hat destpêkirin. (ÎLKHA)