Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin li navçeya Licêya Dîyarbekir di navbera du koman de ji ber lihevnekirina ‘erdan şer derket.

Di demeke kurt de ev şer bi kevir û daran veguherî pevçûnê. Mirovên ku pevçûnê dîtin xeberê ji cenderme û ekîbên tenduristîyê re şîyandin.

Bi xeberdayina mirovan ji cihê bûyerê re ekîbên tenduristî û cenderme hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û cenderme jî li gund ji ber ku mesele zêdetir mezin nebe ewlehîyeke mezin girt. (ÎLKHA)