Li Qirima ku ji teref Rusyayê ve bi neqanûnî hatîye îlheqkirin di balafirgeha leşkerîya ku li Novofedorovkaya ku girêdayê navçeya Sakîya Qirimê ye de teqîn pêk hat.

Di encama teqînê de li gorî dîyarîyên ‘ewil kesek canê xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku kesên birîndar hatin rakirin nexweşxaneyê û rewşa wan jî ne giran in.

Ji teref rayedaran ve hat ragihandin ku bûyer ji ber teqîna muhimmata balafirê pêk hatîye. (ÎLKHA)