Li gorî daxuyanîya ku ji teref (MGE) ve hat kirin, di koordînasyona Serokatiya Şaxa Micadelekirina Sûcên Tiryakê de, di çarçoveya micadelekirina tiryakê de di 7 rojên dawî de li 77 bajaran operasyon hat lidarxistin.

Di operasyonan de 3 hezar û 594 şikdar hatin binçavkirin.

Di lêgerînên operasyonan de; 384 kîloxram esrar, 242 kîloxram kokaîn, 110 kîloxram eroîn, 34 kîloxram metamfetamîn, 21 kîloxram skunk, 484 hezar captagon, 305 hezar ecstasy, 22 hezar sentetîk ecza, 2 hezar û 69 kenevîrê kok, 1 kîloxram bonzaî, 4 ton 14 kîloxram kîmyasal, 275 hezar û 740 lîre û 33 demençe/tiving hat bidestxistin. (ÎLKHA)