Baranên zêde yên di Seul'a serbajarê Kore'ya Başûr û li derûdorê bi tesîr bû de pîr zêde mal, îstasyona metro, 'erebe û avahî di bin avê de man û xizmetên ceyranê û seferên trênan sekinî. Pir rê jî ji ber îhtîmala hezîna axê û lehîya avê hatin girtin.

Rayedaran diyarkirin ku ji ber lehîyê li Seul'ê 5 kesan, li wilayeta Gyeonggî yê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin li wilayeta Gyeonggî'yê 9 kesan birîndar bûne û 2 kes jî winda ne.

Wezareta Karên Hundirîn diyarkir ku li Seul û derûdora wê nezî 800 avahî xisar dîtîne û herî kêm 790 kes jî hatine tehliyekirin. (ÎLKHA)