Çîn, piştî zîyareta Nancy Pelosîya Seroka Meclîsa Temsîlkarên Emrîqayê ya li Teywanê, li herêmê tetbîqateke leşkerî da destpêkirin.

Wezareta Parastina Teywanê, daxuyand ku li derdorê giravê 39 heb balafirên herbê û 13 keştîyên herbê yên Çînê hatine dîtin.

Joseph Vuyê Wezîrê Karên Derve yê Taywanêdi civînek de axavtinek kir û di axavtina xwe de weha got, “Armanca Çînê ya bi ‘esl bi vegerandina statukoya herêma Asya-Pasîfîkê û Tengava Teywanê îşxalkirina giravê ye. Çîn, ji bona ku mehdeyê xelqê xira bike tetbîqatên mezin tertîp dike, fuzeyan diceribîne, êrîşên sîberî dike û qampanyaya dezenformasyonê dimeşîne.” (ÎLKHA)