Otobusê ku ji Dehradûn'a Ûttarakhand'a wilayeta Hindîstan'ê ve diçû Mussoorîe'yê û tê de 39 rewî hebûn li şerampolê gindirî.

Hat ragihandin ku otobus li nezî Akademîya Polîsên Sînorê yên Hînt-Tîbet'ê de ketiya newalê û pir kesan jî birîndar bûne. Hat diyarkirin ku heta niha kesek jiyana xwe ji dest nedaye.

Tê texmînkirin ku qeza ji ber xerabûna frênê pêk hatiye. (ÎLKHA)