Serokê Yekîtîya Afrîka'yê Musa Fakî Muhemmed di daxuyaniya xwe de got ku, wan êrîşên ku rejîma îşxalê ya sîyonîst yên li ser Xezze'yê dike û pir kesên tê de zarok û pîrek jî hene jiyana xwe ji dest dane bi tundî şermezar dikin.

Muhemmed ragihand ku, Yekîtîya Afrika ji bo Filistînîyan dewleteke serbixwe û serwer dixwazin ku serbajarê wê Quds be.

Muhemmed diyar kir ku di çarçoveya teahûdên Yekîtîya Afrika û Milletên Yekbûyî de hewceye ku çareserîyek bi 'edil û payîdar bê dîtin, ew qeyd kir ku pêwîstiya lezgîn bi hewldanên nûkirî û birra yên navneteweyî heye. (ÎLKHA)