Di daxuyaniya nivîskî ku ji teref Tugayên Qessam'ê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ku, di encama êrîşa rejîma îşxalê ya sîyonîst ku li başûra herêma Rafah'a Şerîda Xezze'yê de Serokê Cîhada Îslamî Xalid Mensûr, Zîyad el-Mûdallal û Rif'et Şêx el-Eyd hatin şehîdkirin.
Tugayên Qessam'ê jî vê sibê ji yek serokên Cîhada Îslamî Xalid Mensûr'ê ku şehîd bûbû peyama sersaxiyê weşand.
Rejîma îşxalê ya sîyonîst, îna dîtir yek ji serokên Cîhada Îslamî Teysîr el-Caberî şehîd kiribû.
Artêşa qaşo rejîma îşxalê ya sîyonîstan, di encama êrîşa ku li Cenîn'ê hefta çûyî sêşemê de ji yek serokên Cîhada Îslamî Bassam Sa'adî bi birîndar kirinê esîr girtibû. (ÎLKHA)