Li gorî agahîyên ku ji çapemenîya Filistînê hatine bidestxistin, 2 leşkerên îşxalker 9 şênîyên sîyonîst ji ber fuzeyên ku komên berxwedanên Filistînî davêjin ‘erdên ku hatine îşxalkirin birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku li bajara ‘Esqelana (Aşkelon) ku di bin îşxalê de ye 7 şênîyên îşxalker ji ber roketan birîndar bûn û hatin rakirin nexweşxaneyê.

Di serî de Cîhada Îslamî hemû komên berxwedanê, ji êrîşên rejîma îşxalker li dijî Xezzeyê re bi roket û mûşekan bersiv didin.

Di encama êrîşên rejîma îşxalker de heta niha 13 Filistînî şehîd bûn, ji 80ê zêdetir Filistînî jî birîndar bûn. (ÎLKHA)